Şivan Perwer – Xezal Xezal

Xezal Xezal

Xezal Xezal de hayê hayê…

Îro minê dîbû mala Xezala min barkir

çû zozana oy cefayê

Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê… hayê…

Ezê van kulê dilêm heya dare bûye jtere bibim

Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin

Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo… ramûsanan oy Xezal

Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan

Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa

Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal

Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal

Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê

Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû

Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..

Xezala min biyan e

Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

Similar Posts

5 Comments

  1. Geri bildirim: Pingback
  2. Geri bildirim: Pingback
  3. Geri bildirim: Pingback
  4. Geri bildirim: Pingback
  5. Geri bildirim: Pingback

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir